Kanûn 17, 2021 14:44 Asia/Tehran
  • Li Sudanê di şer û pevçûnên qebîleyan de 199 kes mirin

Komîteya Pizîşkên Sudanê ragehand, li rojavayê herêma Darfurê di encama şer û pevçûnan de heta naha 199 kesan canê xwe ji dest dane.

Li eyaletên rojava, naverast û başûrê Darfûrê ji meha cotmehê heta naha gelek şer û pevçûn pêkhatin ku di encamê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihêştiye 199 kesan.

Li gor daxuyaniya Komîteya Pizîşkên Sudanê hejmara miriyan li gorî ew kesan in ku karîne wan bigihînin navendên tenduristiyê, lê ji ber mercên ewlehiyê û şer û pevçûnan hin kes hene ku nikarin wan bigihînin nexwaşxanan, vêca dibe ku hejmara miriyan gelek zêdetir jî bibe.

Netewên Yekbûyî duh ragehand, li herêma Darfur ji ber pevçûnên tund ji meha cotmehê heta naha 83 hezar kes ji cîhên xwebûne û koç kirine.

Rayedarên Sudanê roja 11ê Kanûnê ragehandibûn ji bo pirsgirêka ewlehiyê ya Darfurê çareser bikin hêzeke leşkerî ya 3 hezar kesî dixwazin pêkbînin.

Herêma Darfur a ji 5 eyaletan pêktê ji ber şer û pevçûnên navbera qebîleyan hersal bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin.

Li wê herêmê çekdariya şexsî pir zêde ye û di navbera qebîleyan de li erd, cîhên çerînê û çavkaniyên avê nakokî pir zêde ne û ji ber wê jî pir caran şer û pevçûn derdikevin.  

Serepeyv