Qeyrana penaxwazan û daxwaza Fransayê ji Yekîtiya Ewropayê
Kanûn 10, 2021 10:12 Asia/Tehran
Serokomarê Fransayê wek berteka li hemberî mijara koçberiya penaxwazan, daxwaza pêkanîna mekanîzma berteka awarte ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va kir.
Li gorî rapora Reutersê, Emmanuel Macron roja Pêncşemiyê di dewamê da got: Yekîtiya Ewropayê hewcedara berteka awarte ye ku welatekî endam bikare di dema ku sînorên Yekîtiya Ewropayê dikevin ber gefan, wê çalak bike.
Li gorî gotinên Macron, Qeyrana koçberiyê li aliyê rojhilatî, hewcetiya bi xurtkirina şiyana kontrolkirina hatina bo Yekîtiya Ewropayê pêk tîne.
Serokomarê Fransayê got: Tenê di rewşekê da ku Ewropa li ser sînorên xwe sserdest be, tevgera azad li navçeya Şîngina vê yekîtiyê bi durustî dixebite.