Kanûn 09, 2021 11:12 Asia/Tehran
  •  Olaf Schulz wekî serokê wezîrên Almanyayê hat hilbijartin

Meclisa Parlementeran a Almanyayê roja Çarşemê bi fermî serdema Angela Merkel ya 16 salan dewam kir, bi dawî kir û Olaf Schulz weke serokê hikûmetê hilbijart.

Olaf Schulz (63) ku destekê ji Partiya Sosyalîst-Demokratîk, Partiya Kesk û Lîberal digre, ji eslê 736 li Bundestag dengên 395 parlementeran bi dest xist. Tê payîn ku berê xwe bide navenda serokatiya komarê ya federal Frank Walter Steinmeier da ku belgeya erkdarkirina xwe bigire.

Piştî du meh û nîvan ji hilbijartinên parlementoyê yên Almanya, Olaf Schulz bû serokwezîr û tevgera çep dîsa vegerand ser desthilatê.

Bi vê yekê Olaf Schulz dibe serokê wezîran ê 9`emîn ê Almanyayê.

Serepeyv