Kanûn 01, 2021 14:40 Asia/Tehran
  • Ukraynayê ji endamên NATOyê xwest kir ku cezayên aborî li Rûsyayê bên ferzkirin

Ukraynayê xwest ku bila endamên NATOyê cezayên aborî li Rûsyayê bidin ferzkirin, her wiha banga xurtkirina hevkariya leşkerî li NATO’yê kir.

Li gorî ajansa Reutersê, Ukraynayê îro bang li NATO`yê kir ku amadekariya ferzkirina cezayên aborî li Rûsya bike û hevkariya leşkerî bi Kîevê re xurt bike.

Ukrayna ku komareke berê ya Sovyetê bû û niha niyet dike tev li Yekitiya Ewropayê û NATO`yê bibe. Ukrayna bû sedema rageşiyê di navbera Rûsya û welatên rojavayî de ku ji dema bidawîbûna Şerê Sar ve têkiliyên wan xirabtir bûn.

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba beriya ku danûstandinan bi hempîşeyê xwe yê NATO`yê re li Rîgayê pêk bîne, ji rojnamevanan re got: “Em ê bang li hevalbendan bikin ku ji bo pêşîlêgirtinê, tev li Ukraynayê bibin.”

Dmytro Kuleba destnîşan kir ku heke Rûsya senaryoya xirab hilbijart, divê NATO cezayên aborî lê ferz bike û hevkariya leşkerî û parastinê bi Ukraynayê re xurt bike.

Serepeyv