Mijdar 27, 2021 12:50 Asia/Tehran
  • Belavbûna Coreke

Coreke nû ya virûsa Coronayê li Afrîqaya Başûr belavbûye ku li gor Wezîrê Tendirustî yê wî welatî, ji hemû corên berî niha bileztir tê veguhastin.

Cora guherî ya nû ya Coronayê roja Pêncşembê li Afrîkaya Başûr hate ragihandin û heta niha herî kêm 22 kes li wî welatî bi wê virûsî ketine ku bêhtira wan ciwan in.

Tirs ew e ku vaksîn  bandoreke zêde li ser wê  guheriya nû  nekin, ji ber ku li gor zanayan, ev guheriya nû  bi 10 awayên cuda belav dibe. Di demekê de guheriya Deltayê tenê bi du awayan belav dibe. 

Ligel zêdebûna nîgeraniyan, nirxê petrolê û bihayê bazarên Ewropa û Asyayê jî bi awayekî berçav daketin.

Ji bilî Afrîqaya başûr, rejîma Îsraîlê jî ragihandiye ku sê cihûyên ku ji derve vegerîne erdên dagirkirî bi vê vîrusê ketine. 

Li Belcîkayê jî du pêketiyên wê cora guherî hatine tomar kirin ku ew jî ji derveyî welat vegeriyabûn.

Ji ber metirsiya wê virûsa nû ya Coronayê, Brîtanya, Fransa, Hollanda û Almanyayê biryar dane hemû geştên xwe yên asmanî ligel Afrîqaya Başûr rawestînin û piştre Yekitiya Ewropayê jî daxwaz ji welatên endmên xwe kir  geştên xwe yên ligel wî welatê ku ev corê nû yê virûsê têde belavbûye rawestînin.

Serepeyv