Radestkirina termên sê leşkerên Ermenî ji aliyê Komara Azerbaycanê ve
Komara Azerbaycanê bi beşdariya hêzên aştiyê yên Rûs termên 3 leşkerên din ên Ermenistanê radestî vî welatî kir.
Li gorî ajansa IRIB Newsê ji Bakûyê, bi radestkirina termên 3 leşkerên din ên Ermenistanê, hejmara termên ku di encama şer û pevçûnên vê dawiyê de hatine radestkirin, gihîştiye çaran.
Ev Leşkerana di 16ê Mijdara îsal de di şer û pevçûnên sînorî yên navbera her du welatan de hatibûn kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di şer û pevçûnên hanê de 6 leşkerên ermenî hatine kuştin, 24 jî winda ne û 13 jî dîl hatine girtin.
Wezareta Parastinê ya Komara Azerbaycanê jî ragihand ku di van şer û pevçûnan de 7 leşkerên wê hatine kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûne.
Li gor nûçeyeke din derbarê van du welatan, ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandiye ku wê serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyêv û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan meha tê li Brukselê bi hev re rûnin, da ku derbarê rewşa herêmê û riyên çareseriya kêşe û nakokiyên navbera du aliyan ser Qerebaxa Çiya gotûbêjê bikin.
Di 27ê Îlona 2020an de li herêma Qerebaxê ya bi nakok di navbera Komara Azerbaycan û Ermenîstanê de pevçûn derketibûn. Şerê 44 rojî di 10ê Mijdara 2020an de bi navbeynkariya Rûsyayê bi dawî bû.