Ji bo cara yekem jinek ji bo demeke kurt dibe Serokomara Amerîkayê
Ji bo yekem car di dîroka Amerîkayê de jinek bo demeke kêm dibe seroka wî welatî.
Roja înê 19.11.2021ê ji bo Serokê Amerîkayê Joe Biden pişkinîna kolonê hat kirin û ji bo demekê li nexweşxanê hat bêhişkirin.
Joe Biden beriya pişkinin ji bo wî were kirin, nameyek ji bo serokê Meclisa Nûneran û seroka demkî ya Meclisa Senayê a vî welatî re şand û tê de ew agahdar kirine ku hemû desthilatên xwe û serokayetîya xwe ji demekê radestî cîgira xwe Kamala Harîs dike.
Kamala Harîs di sala 1964an de ji dayik bûye û weke 85 xulekan bi hemû desthilatên serokatiya Amerîkayê hat erkdarkirin û piştî pişkinîna Joe Biden dîsan ew erk ji wê hatiye stendin.
Di vê dema kêm de Kamala Harîs 2 rekor tomarkirine di dîroka Amerîkayê de. Yek jê ew e ku cara yekem e li Amerîkayê jinek dibe seroka wî welatî. Ya duyem jî ew e ku dibe seroka Amerîkayê ya herî kêm li ser erka xwe maye.