Paşîniyan û Eliyêv dê li Brûkselê bicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330154-paşîniyan_û_eliyêv_dê_li_brûkselê_bicivin
Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanêû Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê li hev kir ku di nîveka meha kanûna (desember) 2021ê li Brûkselê bicivin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2021 05:36 Asia/Tehran
  • Paşîniyan û Eliyêv dê li Brûkselê bicivin

Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanêû Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê li hev kir ku di nîveka meha kanûna (desember) 2021ê li Brûkselê bicivin.

Li gorî rapora IRNAyê, Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Çarlz Mîşêl Serokê KOnseya Ewropayê pêşniyara mazûvaniya ji Paşîniyan û Eliyêv ji bo hevdîtina li Brûkselê di kêleka civîna hevkariya Rojhilatê da bi riya peywendiya telefonî ji wan ra ragihandiye.

Serokên du welatan li hev kir ku li Brûkselê derbarê rewşa navçeyê û riyêîn bidawîanîna kêşeyan biaxivin.