Mijdar 18, 2021 18:59 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê termê 65 kesan hat dîtin

Li Meksîkayê di gorekî nepenî ango veşartî de lêgerînin pêkhatin de termê 65 kesan hat dîtin.

Li gor nûçeya di çapemeniya Meksîkayê de cîh girtiye, li bajarê Alvarado ya ser bi eyaleta Veracruz di goreke nepenî de hejmarekî term hatine dîtin.

Rayedaran ragehand, dozger û polîs tespît kirine ku di wê gora nepenî de termê 65 kesan hebûye.

Hat gotin dê li herêmê lêgerîn berdewam bikin û ji bo sedemê mirina wan kesan jî bê diyar kirin xebat dê destpê bike.

Li gor çapemeniya Meksîkayê li ser wan terman, tiştên kesî, kartên bankeyan, nasname derketine û tê pêşbînî kirin ew kesane di salên 2011 û 2012ê de di encama şer û pevçûnên navbera çeteyên mafyayî de hatibin kuştin.

Li gor komîsyona lêgerîna windayiyan a Meksîkayê li welat heta naha ji bo 94 hezar û 500 kesan agahiya windayîbûnê hatiye dayîn.

Serepeyv