Di navbera Komara Azerbaycanê û Ermenîstanê de li herêma Qerebaxê şer û pevçûn derket
Li herêma Qerebaxê dîsa artêşên Ermenîstan û Komara Azerbaycanê li hev ketin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê bi daxûyaniyekê ragihand ku artêşa komara Azerbaycanê roja şemiyê çeperên hêzên Ermenistanê li herêma "Gegarkunik" li Qerebaxa Çiya li ser xeta pêwendiya di navbera her du welatan de gullebaran û topbaran kirin, li hemberî vê yekê hêzên Ermenistanê jî bersiv dan û ber bi çeperên hêzên Komara Azerbaycanê gulle reşandin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê de hate gotin ku di encama gullereşandina ji aliyê hêzên Komara Azerbaycanê ti hêzên Ermenî nehatine kuştin.
Ev gullereşandin di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Azerbaycanê vê dawiyê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Baku û Êrîvanê de amade ye û diyar kiribû ku cîbicîkirina rêkeftina sêalî ya Qerebaxê girîng e.
Ji ber pîjkirin û provaksiyonên Tirkiyê şer û pevçûnên di navbera Komara Azerbaycan û Ermenîstanê de 27ê Îlona 2020an li herêma nakok ya Qerebaxê dest pê kiribû û piştî bicihêştina gelek kuştî û birîndaran ji her du aliyan, di 10ê Mijdara 2020an de bi navbeynkariya Rûsyayê hat rawestandin.
Li gorî peymana aştiyê ya ku di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de di 9ê Mijdara 2020an de hat îmzekirin, kontrola hin herêmên Qerebaxê spartin Komara Azerbaycanê.
Tevî îmzekirina peymana aştiyê jî, her du alî car caran hevdu bi binpêkirina peymanê sûcdar dikin.