Polanda dîwarekî li ser sînorê Belarusê çêdike
Hikûmeta Polandayê biryar da, dîwarek bi bilindahiya 5 metran li sînorê xwe yê bi welatê Belarusê re ava bike û hat ragihandin ku dîwar dê heta nîveka sala bê were temamkirin.
Wezîrê Navxwe yê Polandayê Mariusz Kaminski ragihand; desthilatdarên welatê wî hewl didin heta dawiya nîvê yekem a sala bê, projeya dîwar temam bikin û eşkere kir ku dirêjahiya wî dîwarî 180 kîlometr e û bilindahiya wî jî 5 metr be.
Mariusz Kaminski diyar kir: “Ew berbest tenê têlbendkirin nîne, dê bibe dîwarekî endazeyî û çendîn amûrên elektronîk ên serdemê bi teknolojiya pêşketî tê de werin bicîkirin, weke; kamerayên dîtina şevê, kamerayên çavdêriyê û amûrên tomarkirina liv û tevgeran.”
Ev piştî wê yekê hat ku çend hefte ye bi hezaran koçber li ser sînorê navbera Polanda û Belarusê ne, bi mebesta derbasbûna nav axa welatên Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî jî bo Almanyayê, ji ber vê yekê li ser sînor pevçûn û alozî çêbûye û koçber jî di rewşeke dijwar a mirovî de ne.
Mijara koçberên li ser sînor ku ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xapandin û piraniya wan jî Kurd in, bûye manşetên medyaya cîhanê û karvedanên mezin ên li ser asta navxwe û navdewletî li pey xwe aniye.
Li gor zanyariyan, ew koçber ji aliyê welatê Belarusê ve ji bo mebesteke siyasî li hember Yekîtiya Ewropayê têne bikaranîn û li ser sînorên Belarus, Polanda û Lîtwanyayê di rewşeke hestyar de ne, ku gelek jin û zarok ligel wan in û bêyî stargeh di rewşeke dijwar a keş û hewayê de ne, bi taybetî di vê demsalê de ku pileyên germahiyê dadikeve bin sifirê, tevî barîna baranê ya berdewam.