Di navbera Ewropa û Belarûsê de aloziya koçberan berdewam e
Ji Kremlînê hat ragihandin ku serokê Belarûsê Aleksandr Lukashenko daxuyaniya xwe ya ku, ew dê boriya gaza Rûsî ya Yamal Ewropa bibire, bi Moskowê re hevaheng nekiriye. Press sekreterê serokê Rûsyayê tekez kir ku Moskow dê hemû erkên xwe yên ji bo dabînkirina gazê bo Ewropayê bi cih bîne.
Berdevkê Kremlînê plana Yekîtiya Ewropayê ji bo cezakirina kompanya esmanî ya Rûsî Aeroflot jî, weke tevgereke ne aqilane bi nav kir. Bi îdiaya rayedarên Ewropî, ew kompanî koçberan ji Rojhilata Navîn vediguhêze Belarûsê.
Cîgirê Serokê Navenda Pêşbînîkirin û Çareserkirina Nakokiyan Aleksander Kuznetsov dibêje "Aşkere ye ku li hember givaşên siyasî yên ji aliya Ewropayê, Lukaşenko jî koçberan wek çekê xwe li dijî Lîtvanya û Polonyayê bikar tîne. Ewê ku Ewropa dixwaze firîna aalafirên Aeroflotê bo Ewrûpayê qedexe bike, Rûsya jî dikare asimana xwe bo kompanyayên Ewropî yên mîna Lufhansa, Air France û yên din qedexe bike, hingê ziyanên wan dê hîn zêdetir bibe."
Bi kombûna bi hezaran koçberan li ser sînorên Belarûs û Polonyayê, ku piraniya wan penaberên kurd in, liv û tevgerên serbazî jî li herêmê zêdetir bûn. Di bin siya daxuyaniyên tûj de, her du aliyên vê aloziyê, hêzên xwe yên serbazî jî nîşanî hev dikin.