Leşkerên Komara Azerbaycanê li paarêzgeha Siyonîka Ermenistanê têk çûn
Hêzên Komara Azerbaycanê ji bo kontrolkirina navçeyekê li parêzgeha Siyonîka Ermenistanê hewil dan; Lê rastî şikestê hatin.
Li gorî rapora malpera Radyoya gelemperî ya Ermenistanê, Wezareta berevaniyê ya Ermenistanê roja pêncşemiyê tevî derewandina raporan derbarê dorpêçbûna leşkerên vî welatî li parêzgeha Siyonîkê ji aliyê hêzên Komara Azerbaycanê va, ragihand: Rewş li navçeyê aram û di bin kontrola hêzên Ermenistanê da ye.
Li gorî vê raporê, Leşkerên Komara Azerbaycanê hewil dan ku li navçeya Gola Reş a parêzgeha Siyonîkê pêş da biçin, lê tûşî berxwedana leşkerên vî welatî bûn.
Komara Azerbaycanê piştî şerê 44 rojî ya sala borî li Qerebaxê di gel Ermenistanê, hin beşên parêzgeha Siyonîka vî welatî ku îdia dike yên komara Azerbaaycanê ne, dagir kirin û dilo heye di vê parêzgehê da pêş da biçe.