Mijdar 05, 2021 22:58 Asia/Tehran
  • Rêxistina Tenduristiya Cîhanê hişyarî da Ewropayê

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) li ser mirina nîv milyon kesan li parzemîna Ewropayê hişyarî da.

WHO ragihand; ji ber belavbûna vîrusa Koronayê di demsala zivistanê de, dibe ku zêdetirî 500 hezar kes li parzemîna Ewropayê jiyana xwe ji dest bidin.

Vê rêxistinê herwiha destnîşan kir ku ji ber sistbûna proseya vaksînê li Ewropayê, Korona zêdetir belav dibe û pê re gelek kes canê xwe ji dest didin.

WHO eşkere kiriye ku karesateke mezin li benda Ewropayê ye û ev parzemîn dê careke din bibe pêgeha belavbûna Koronayê.

Rêveberê Herêmî yê ser bi WHO Hans Kluge ragihand; eger Ewropa bi vê şêweyê bimîne û bi sistî vaksînê werbigrin, dibe ku zêdetirî 500 hezar kes ji ber bandora Covid-19ê canê xwe ji dest bidin.

Hans Kluge diyar kir ku divê di dema cejna sersalê de li Ewropayê rêgirî li civîn û pîrozbahiyan were kirin ji bo xweparastina vê vîrusa xeternak.

Kluge got: “Li piraniya welatên Ewropayê, Korona ji qonaxa îstiqrarê derketiye, gelek kes car din pê dikevin û canê xwe ji dest didin, ji bilî wê, nexweşiya demsalî bi awayekî berfireh belav bûye, ev jî bandorê li ser belavbûna Koronayê dike.

Kluge herwiha tekez dike ku Ewropa ketiye rewşa metirsiyê, loma WHO daxwaz dike ku vaksînê werbigrin.

Serepeyv