Li Nîjeryayê di parzûngeheke petrolê ya derveyî qanûnê de teqîn pêkhat: 25 kes mirin
Li eyaleta Riversa Nîjeryayê di parzûngehekî petrolê ya derveyî qanûnê ya qaçax de teqînek pêkhat û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarê herêma Rumuekpe ya ser bi eyaleta Riversê Ifeanyi Omano ji çapemeniyê re ragehand, li parzûngeheke petrolê ya derveyî qanûnê li Rumuekpe teqînek pêkhat û di teqînê de zarok jî di nav de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku birîndar jî bûne ji nexwaşxanên derdorê re hatine veguhestin û bi dehan mal jî bi teqînê re bûne xwelî.
Omano got, li herêmê parzûngeha petrolê ya derveyî qaûnê cîhê nîgeraniyê ye û divê li hember rewşên bi vî rengî destwerdanên lezgîn bike.
Nîjerya li cîhanê di rêza heştem de ye ku xwedî dewlemendiya petrola jêrzemîn e û li eyaletên Rivers û Delta ji aliyê grubên çekdar ve ji ber êrîşên ku pêktên û hebûna parzûngehên petrolê yên derveyî zagon û qanûnan û hebûna pevçûn û revandina kesan û kêmbûna teknîkî û amûran dibe sedem ku dahatên neftê yên wî welatî kêm bibin.