Cotmeh 25, 2021 17:53 Asia/Tehran
  •  El-Burhan li Sûdanê rewşa awarte ragihand

Li Sûdanê, general Ebdulfetah El-Burhan bi civîneke çapemeniyê ragihand ku hikumeta demkî hatiye betalkirin û rewşa awarte îlan kir.

Artêşa Sûdanê serê sibehê tevî serokwezîr Ebdullah Hamdok gelek rêveberên hikumeta demkî ya sivîl girtin.

Li ser vê yekê gelek kes daketin kolanên paytext Xartûmê û çalakiya protestoyî li dar xist.

Di dema çalakiya protestoyî de ya li ber biryargeha artêşê, leşkeran gulle berdan çalakgeran.

General Ebdulfetah El-Burhan ragihand ku Konseya Demkî û hikumet hatiye betalkirin. General diyar kir ku li tevahiya welêt `Rewşa Awarte` hatiye ragihandin û wê "bi kesên erkdar re hikumetek" bê avakirin.

Yekitiya Afrîqayê xwest ku di navbera leşkeran û sivîlan de tavilê "jinûve" hevdîtin dest pê bikin.

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell bang li civata navneteweyî kir ku li Sûdanê pêvajoya demkî jinûve bixe ser rê. Borrell ji hêzên leşkerî jî xwest ku kesên girtine zêka berde.

Komîteya Pizîşkan a Sûdanê jî ragihand ku li pêşiya avahiya fermandariya artêşê 12 sivîl bi fîşekan birîndar bûne.

Xwepêşendêr ji bo şermezarkirina girtinan, daketin kolanên Xartûmê û dest bi çalakiyan kir. Her wiha gelek rê girtin.

Serepeyv