Cotmeh 21, 2021 00:00 Asia/Tehran
  • Li du eyaletên Amerîkayê di êrîşên çekdarî de 5 kes mirin

Li eyaletên Wisconsin û Georgia yên Amerîkayê di êrîşên çekdarî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya polîsê bajarê Kenosha ya eyaleta Wisconsin ragehand, di êrîşekê li ser malekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne ku rewşa wan xedar e. Di daxuyaniya di vê barê de hat ragehandin bûyer şexsî bûye.

Derbarê bûyerê de hat ragehandin heta niha ti kesek nehatiye girtin û derbarê nasnama kesên ku hatine kuştin de jî ti agahî nehatin dayîn.

Ji aliyê din ve berpirsê polîsê bajarê Atlantayê, Rodney Bryant jî di civîneke çapemeniyê de ragehand, li bajarê Atlanta ya ser bi eyaleta Georgia di avahiyeke 32 tebeq de êrîşeke çekdarî pêkhatiye û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bryant ragehand, piştî polîs agahî wergirtiye geheştiye cîhê bûyerê û kesê ku bûyer pêkaniye gulle berdane polîs û pevçûn derketiye û di encamê de ew kes hatiye kuştin û polîs ketiye avahiyê û piştre hatiye dîtin ku wî kesê tewanbar jinek kuştiye.  

Her sal bi hezaran kes di gullebarana li seranserê Amerîkayê de têne kuştin an birîndar dibin.

Li gorî raporên fermî, li Amerîkayê nêzîkê 270 heya 300 mîlyon çek hene; Ev tê wê wateyê ku li vî welatî serê her kesek hema hema çekek heye.

Karter û kompaniyên çekan bûne berbend ser riya pejirîna qanûnên sînordarkirina çekan li Amerîkayê.

Serepeyv