Cotmeh 20, 2021 09:22 Asia/Tehran
  •  Lavrov: Heger Talîban sozên xwe pêk neyne, em bi hikumetê wê bi fermî nas nakin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov da zanîn ku heger Talîban sozên xwe yên ku beriya bighêje desthilatê dane bi cih neyne, Moskowa hikumeta wê bi fermî nas nake.

Sergey Lavrov beriya danûstandinên li Moskovê ku dê şandeya koma Talîbanê tê de amade bibe got, ji nava sozan avakirina hikumeteke giştgir e ku tê de etnîkên efgan ên curbicur tê de bibin.

Biryar e ku îro li Moskowê civînek were lidarxistin û tê de şandeyên 10 dewletan di nav de koma Talîbanê amade bibin. Ew civîn dê di çarçoveya civînên "Forma Moskovê" de were lidarxistin û dê rewşa welat, krîza mirovahî û avakirina hikumetekê ji tevahî etnîkan werin gotûbêjkirin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di civînê de wê rewşa leşkerî û siyasî ya li welat were nîqaşkirin.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Talîbanê roja înê ragihandibû ku dê şandeyekê Talîbanê di vê civînê de beşdar bibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Talîbanê Ebdulqehar Belxî wê demê bi twittekê gotibû, cîgirê serokê hikumeta demkî Ebduselam Henefî wê serokatiya şandeyê bike.

Serokomarê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn meha borî ragihandibû ku hikumeta Talîbanê ya demkî ne giştî ye û nûnertiya tevahî aliyên li welat nake, pêdiviya wê bi xebatekê heye.

Pûtîn da zanîn ku divê xebat bi Amerîka û dewletên din re were kirin ku cemidandina pereyên Efganistanê were rakirin.

Mijara terora li Efganistanê, Moskowê gelekî bi fikar dike, nexasim jî di vê dawiyê de rêxistina bi navê DAIŞ’ê sivîl hedef girtin.

Serepeyv