Jimara dawî ya qurbaniyan li mizgevta Qendeharê gihêşt 47 şehîd û 90 birîndaran
Cotmeh 17, 2021 09:00 Asia/Tehran
Jimara dawî ya qurbaniyên êrişa terorîstî ya Qendeharê gihîşt 47 şehîd û 90 birîndar.
Li gorî ajansa nûçeyan a AVA, çavkaniyên populer û herêmî li Qendehara Efganistanê dibêjin ku hejmara dawîn a şehîd û birîndaran di êrîşa terorîstî ya li ser migefta Şîeyan de ya bi navê Mizgevta Îmam Bargah li bajêr ya roja Înê gihîşt 47 şehîd û 90 birîndaran, ji wan 15 kes bi giranî birîndar in..
Hêjayî gotinê ye ku di heşt rojên dawîn de, mizgeftên şîeyan yên li bajarên Qundûz û Qendeharê du caran bûn armanca êrîşên terorîstî, bi sedan nimêjker bêberevan şehîd û birîndar bûne.