Navbera leşkerên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê pevçûn derket
Cotmeh 15, 2021 09:29 Asia/Tehran
Wezareta karên hundir a Komara Azerbaycanê qala pevçûna navbera leşkerên vî welatî û mîlîtanên Komara Ermenisstanê kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Bakûyê, Wezareta karên hundir a Komara Azerbaycanê ragihand, ev pevçûn roja Pêncşemiyê û li pey guleavêtina mîlîtanên Ermenistanê li navçeya Qerebaxê û li nêzikî cihê bicihbûna hêzên aştîvan ên Rûsiyê qewimî û di encamê da hejmarek hatin kuştin an birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Reportê li Komara Azerbaycanê jî nivîsî: Di vê pevçûnê da destpêkê çend mîlîtranên Ermenistanê bi hev ra ketin pevçûnê û piştra teqînek li cihê wan hat dîtin.