Cotmeh 02, 2021 09:06 Asia/Tehran
  • Hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû li Almanyayê

Li Almanya aliyên siyasî ji bo avakirina hevpeymaniyekê dest bi danûstandinan dikin.

Li gorî zanyariyan, wê partiyên siyasî, ji bo gotûbêjkirina li ser egerên hevpeymaniyê dawiya vê heftiyê dest bi hevdîtinan bikin. Yekîtiya Krîstiyan CDU/CSU jî amadekariyan dike li gel FDP û Keskan bicive.

Partiya Sosyal Demokrat SPDê ku ji sedî 25,7ê dengan biriye, xwe amade dike roja Yekşema bê li gel FDPê û Keskan bicive. Yekîtiya Krîstiyan jî wê roja Yekşemê li gel FDPê û Sêşema li pêş jî li gel Keskan kom bibe.

Partiya Keskan û FDP, dikarin hem li gel Sosyal Demokratan û hem jî li gel Yekîtiya Krîstiyan hevpeymaniyê pêk bînin û hikûmetê ava bikin. Meyla Partiya Keskan zêdetir li ser hevpeymaniya li gel SPDê ye, lê FDP ku Partiyeke lîberal e, dixwaze li gel Yekîtiya Krîstiyan hikûmetê ava bike.

Niha Serokên Keskan û FDP beriya ku li gel aliyên din bicivin, di nava xwe de gotûbêjan li ser naveroka hevdîtinan dikin. Herdû partî jî dixwazin Wezareta Darayî para wan be û li ser wezaretên din jî danûstandinên wan berdewam in.

Serepeyv