Talîban taîfeya Hezare ya Şîe neçarî koçberiyê dike
Bi sedan malbatên taîfeya Hezare ya Şîe ji ber fermanên Talîban koçber bûn. Di demekê de metirsiyên ji zêdebûna zordestiya Talîban li dijî taîfeyên din zêde dibin.
Li gorî rojnama Wall Street Jouranl, koma Talîbanê vê hefteyê gef li şêniyên gundên Kendîr û Tacebider xwar û jê xwest ku di 9 rojan de ji malên xwe derkevin. Şêniyên herdu gundan piştrast kirin ku bi hezaran kesên ji 700 malbatên taîfeya Hezare ji ber fermanên Talîban malên xwe terikandin.
Hefteya borî jî hakimê Talîbanê li herêma Bato ya wilayeta Daykundî Mela Mesfîr gef li şêniyên gundên Şagulca û Xercakê xwaribû û ferman da ku di 5 rojan de ji malên xwe derkevin.
Piraniya rayedarên Talîbanê ên li Uruzgan û Daykundî wekî piraniya endamên tevgerê, girêdayî civaka Peştûnî ya Sunî ne.
Şêxê êla Tecibdar, Xulam Hezret Muhemedî got: “Ev kiryareke metirsîdar e. Tenê ji ber ku em ji taîfeya Hezare ne, ev yek li dijî me pêk tê.”
Hin niştecihan bi bîr xist ku Talîban û alîgirên wê sewal û hilberînên wan mîna genim û bahîv desteser kirine.
Şêniyên gundên zirar dîtine, piştrast kirin ku Koma Talîban kesên ji taîfeya Peştûnî yên ji herêma Uruzgan li şûna şêniyên resen bi cih dike.
Lêkolîner û pisporê qanûnê Îhsan Xan got: “Rêbaza ku Talîban pê şêniyên xwecih neçar dike mal û erdê xwe terk bikin neqanûnî ye.”
Şêniyên koçber dibêjin, Koma Talîban bi koçberkirina wan xwest endam û alîgirên xwe xelat bike. Her wiha gotin kesên di malên wan de hatine bicihkirin, ne endamên Talîban in. Lê bi desteka Talîban milkên wan desteser kirine.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li herêmên din ên Efganistanê jî li Efganên ji taîfeya Hezare gef tên xwarin û hinek ji wan rastî lêdan û îşkenceyê tên.