Îlon 28, 2021 17:46 Asia/Tehran
  • Nirxê her bermîleke neftê ji 80 dolaran derbas bû

Îro bi vebûna bazarên Asyayê, nirxê nefta Brent 65 sentan bilind bû û her bermîlek bi 80 dolar û 16 sentan kirîn û firotin pê hat kirin. Herwiha nirxê nefta sivik a Teksasê jî 69 sentan bilind bû û bi 76 dolar û 9 sentan hat firotin.

Zêdebûna daxwaza li ser neftê di bazarên cîhanê de, wek sedema herî sereke ji bo bilindbûna buhayê neftê bo asta herî bilind di sê salên bihorî de tê dîtin.

Herwiha bilindbûna nirxê gaza xwezayî û komirê du sedemên din ên bilindbûna nirxê neftê ne, ji ber ku bi sedema bilindbûna nirxê gaz û komirê, hinek welatan berê xwe daye bikaranîna berhemên neftî yên wek mazotê ji bo berhemanîna elektrîkê.

Serepeyv