Talîbanê hikûmeta nû ya demkî Efganistanê ragihand
Îlon 08, 2021 12:11 Asia/Tehran
Koma Talîbanê roja sêşemê hikûmeta nû ya demkî ya Efxanistanê ragihand û Molla Hesen Axûnd wek serokwezîr dest nîşan kir.
Herwıha Axûnd berê jî di salên dawî yên desthilata Talîbanê de serokwezîrî kiribû.
Di kabîneya nû de Molla (mele) Ebdul Ghenî Berader, ku danûstandinên bi Amerîka re bi rê ve biribû û prymana vekişîna hêzên Amerîkî îmza kiribû, wê bibe yek jî du cîgirên Axûnd.
Di kabîneya nû de berevajîya daxwazên ji civaka navneyewî kesên ji dervayê Talîbanê cîh negirtin.
Berdevikê Talîbanê Zabihullah Mucahid got ku kesên destnîşankirî jibo kabîneya demkî ne, lê wî zelal nekir ku ew kes wê heta kengê li ser karê xwe bimînin.