Pakistan mazûvaniya civîna wezîrên karên derve yên cîranên Efganistanê bi beşdariya Îranê dike
Hevdem digel ragihandina kabîneya demkî li Efganistanê ji hêla Talîbanê ve, Wezareta Derve ya Pakistanê ragihand ku Îslamabad dê roja Çarşemê(îro) mazûvaniya civîneke virtual (mecazî) a wezîrên derve yên welatên cîranên Efganistanê, di nav de Komara Îslamî ya Îranê bike.
Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta karên derve ya Pakistanê şeva sêşemê daxuyaniyek da û got: Civîna virtual a wezîrên karên derve yên şeş welatên cîran ên Efxanistanê, bi serokatiya wezîrê karên derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî, îro çarşemiyê tê lidarxistin.
Di vê daxuyaniyê de diyar bûye ku Qureyşî dê hempîşeyên xwe yên Komara Îslamî ya Îranê, Çîn, Tacikistan, Tirkmenistan û Uzbekistanê mêvandarî bike,
Navenda Dîplomasiya Hikûmeta Îslamabadê herwiha di axavtina xwe de diyar kir: "Di civîna 8ê Îlonê de, rewşa di ber guhertinê ya Efxanistanê dê were lêkolîn kirin da ku pirsgirêkên hevbeş çareser bibin û derfetên nû derkevin holê da ku aramî û bextewariya herêmê misoger bike."