Li Amerîkayê ji ber bakurofeya Ida hejmara miriyan geheşt 63 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328673-li_amerîkayê_ji_ber_bakurofeya_ida_hejmara_miriyan_geheşt_63_kesan
Li Amerîkayê ji ber bakurofeya Ida ziyanên mezin derketin holê û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane geheşt 63 kesan. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî serdana eyaleta Louisiana kir û soza piştevaniyê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2021 20:31 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê ji ber bakurofeya Ida hejmara miriyan geheşt 63 kesan

Li Amerîkayê ji ber bakurofeya Ida ziyanên mezin derketin holê û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane geheşt 63 kesan. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî serdana eyaleta Louisiana kir û soza piştevaniyê da.

Bakurofeya Ida ji 29ê Tebaxê heta naha bi bandor dibe û li bakurê rojhilatê Amerîkayê bû sedemê ziyanên mezin.

Bakurofeya ku di demjimêrekî de leza wê digehe 241 kîlometreyan peravên Louisiana girt bin bandora xwe û piştre jî New York, New Jersey û beşekî Pensilvanyayê jî bi bandor bû. gelek mal xerabûn, rê û kolan di bin avê de man û hatûçûnê de astengiyên mezin derketin holê.

Hat ragehandin ji ber wê bakurofeyê heta naha 63 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li New York û New Jersey rewşa awarte hîn jî berdewam dike. Louisiana û Mississippi jî ew kesên ku asê mane ji bo rizgar kirina xebat berdewam dikin û hat ragehandin zêdetir ji milyonek kesan bê elektrîk mane.