Îlon 05, 2021 00:27 Asia/Tehran
  • Du welatên Ewropayê dest bi danûstandinên ligel Talîbanê kirin

Nûnerên welatên Brîtanya û Almanyayê li Duhaya paytexta Qeterê ligel şandeke bilind a koma Talîbanê civiyan û li ser rewşa Efxanistanê pê re gotûbêj kirin.

Berdevkê Talîbanê Mihemed Suheyl Şahîn ragihand; Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Talîbanê Şêr Mihemed Ebas Sitankîzey ku niha li Qeterê ye, ligel Balyozê Almanya yê li Efxanistanê civiya û li ser rewşa Kabulê û welat bi giştî, gotûbêj kirin.

Mihemed Suheyl Şahîn di rêzetiwîtekê de bi giştî behsa naveroka civîna xwe kir û ragihand ku alîkariyên mirovî hatine kirin û Almanya tekezî li ser berdewambûna gihandina alîkariyan kiriye.

Şahîn herwiha eşkere kir ku Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Talîbanê li Qeterê ligel Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanyayê jî civiyaye û li ser çend mijaran gotûbêj kirine, li ser hemûyan jî, derbarê siberoja pêwendiyan û şêwaza karkirina hukmê Talîbanê de.

Ji ber rewşa nearam a Kabulê, şandên welatan li Duhaya paytexta Qeterê ligel Talîbanê dicivin û li ser siberoja Efxanistanê gotûbêj dikin.

Serepeyv