Îlon 04, 2021 17:06 Asia/Tehran
  • Amrullah Salih Talîban bi sûcên şer tawanbar kir

Emrullah Salih, ku niha xwe wekî serokê Efganistanê dihesibîne, roja Înê Koma Talîbanê bi sûcên şer û paşguhkirina mafên mirovan tawanbar kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Salih di peyama xwe ya Twitterê de nivîsî: Talîban tawanên cengê dike û rêzê li mafên mirovan ên navneteweyî nagire.

Salih herwiha got: "Em bang li rêberên Neteweyên Yekbûyî û cîhanê dikin ku bala xwe bidin vê koma tawankar û terorîstî ya Talîbanê."

Salih, ku niha li devera Pencşêr li bakurê Kabulê ye, got ku Talîbanê gihîştina alîkariyên mirovahî û gihandina dermanan bo deverê asteng kiriye û karûbarên têlefon û elektrîkê jî ji bo vê deverê qut kiriye.

Gotinên Emrullah Salih di demekê de ne ku şerekî giran li parêzgeha Pêncşêrê di navbera endamên Talîbanê û hêzên Eniya Berxwedanê ya bi serokatiya Ehmed Mesûd de berdewam dike, û her du aliyan îdîa dikin ku pêşkeftinên ber bi çav bi dest xistine.

Serepeyv