Amarên Bereya Berxwedanê ji pevçûnên Pencşêra Efxanistanê
Bereya Berxwedanê li parêzgeha Pencşêra Efxanistanê gelek ji kesên Talibanê kuştine.
Li gorî rapora IRNAyê, Bereya Berxwedana Efxanistanê bi rêbertiya Ehmed Mesûd ragihand, Di şerê şeva borî (pêncşemî) li navçeya Xawaka bakurê Pencşêrê da, çend çeperên Talibanê hatine girtin.
Hêzên Berxwedanê di vê heyamê da bajarê Çarîkarê yê navenda paarêzgeha Pervanê li bakurê Kabuilê jî ji Talibanê standine.
Li gorî gotina Elî Mêysem Nezerî berdevkê Bereya Berxwedanê, di pevçûnên dawî da 500 hêzên Talibanê hatine kuştin an birîndar bûne.
Talibanê jî ragihand ku ji çend aliyan va li parêzghên Nûristan, Bexlan, Pervan û Bedexşanê va ber bi çar şaristanan li Pencşêrê va çûye û hin derbe li Bereya Berxwedanê xistine.
Talibanê bi armanca pêşîlêgirtin li weşandina nûçeyên Pencşêrê bo derve, înterneta vê parêzgehê qut kiriye.
Ehmed Mesûd fermandarê Berxwedana dijî Talibanê bi caran tekezî kiriye ku ew ê teslîmî zorbêjî û êrîşên vê komê nebe.
Parêzgeha Pencşêrê tenha parêzgeh e ku neketiye bin kontrola Talibanê.