Îlon 02, 2021 23:15 Asia/Tehran
  • Hilbijartina

"Heybetullah Axûndzade" wekî serokê hikûmeta Efganistanê hat hilbijartin.

Li gorî nûçeya ajansa AVA, Bîlal Kerîmî, endamê payebilind ê koma Talîbanê, got ku Heybetullah Axûndzade serokatiya hikumeta Efganistanê girtiye destê xwe.

Wî her wiha got ku Mela Ebdulxenî Birader cîgirê siyasî yê Talîbanê, dibe ku berdevkê hukûmetê bigire dest xwe.

Endamê payebilind ê koma Talîbanê her wiha diyar kir ku Şêwrînên li ser damezrandina hukûmetek Efganistanî ya ku gişt aliyan temsîl bike, di nav de serokên Talîban û karbidestên berê yên hukûmetê û kesayetên din ên bi bandor bi dawî bûne, her wiha danûstandinên pêwîst ên kabîneyê jî qediyane.

Di vê navberê de, Ebas Stankzey, endamekî din ê payebilind ê Talîbanê li Qeterê, berê ji BBC re gotibû ku dê di demek nêzîk de hukumeta nû ya Efganistanê were ragihandin.

Wî her wiha diyar kir ku jin dê li Efganistanê rola xwe bilîzin, lê ne di asta wezîran de.

Serepeyv