Amerîka:Taliban li ser dirêjkirina dema derketina ji Efxanistanê razî bûye
Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, Taliban razî bûye piştî 31ê Tebaxê jî rê bide Amerîkî, Efxan û welatiyên welatên sêyem ku ji Efxanistanê derkevin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir ku Taliban razî bûye rê bide vekirina rêyeke silamet bo veguhestina kesên ku dibêjin jiyana wan di metirsiyê de ye, daku ji Efxanistanê derkevin.
Blinken got: “Talibanê hinek pêbendiyên giştî û taybetî derxistine bo wêya ku rêyeke silametiyê veke bo derketina Amerîkî, welatiyên wê û Efxanên ku jiyana wan di metirsiyê de ye û rê bide wan piştî 31ê Tebaxê jî derkevin derve.”
Amerîka di wê baweriyê de ye, 10 hezar Efxan mabin ku divê bo derveyî Efxanistanê bên veguhestin, ligel 1500 Amerîkî ku 500 ji wan niha amade ne bo veguhestinê.
Derbarê 1000 Amerîkiyên din de jî, Antony Blinken diyar kir, hemû hewldanekê didin daku wan bibînin, alîkariya wan bikin û ji wî welatî derxînin.
Blinken got: “Derbarê wan hezar navên li ber destê me ne ku dibe Amerîkî bin û bixwazin Efxanistanê bicîh bihêlin, em bi hemû şiyana xwe rojane çend caran hewl didin bi riya kanalên peywendiyê, telefon, e-mail û peyaman xwe bighînin wan, daku bizanin gelo dixwazin bicîh bihêlin an na, herwiha zanyariyên herî nû û rênmayiyan didin wan ka çawa vî karî bikin.”