Tebax 18, 2021 19:10 Asia/Tehran
  •  Di xwepêşandanên Celalabadê ya bakurê Efxanistanê de Talîbanê 3 kes kuştin

Li gor zanyariyan di xwepêşandanên Celalabadê li bakurê Efxanistan yên li dijî Talîbanê de çekdarên Komaa Talîbanê 3 kes kuştin.

Şahidan dan xuyakirin ku li bajarê Celalabad ê Efxanistanê di xwepêşandekê de li dij tevgera Talîban, îro çarşemê 18.08.2021ê herî kêm 3 kes hatin kuştin, piştî ku çekdarên Talîbanê gulle li xwepêşanderan reşandin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di dema xwepêşandanên li dijî grûpa çekdarên Talîbanê de li bajarê bakurê Efxanistanê Celalabad, du şahid û karbidestek polîsê berê ev yek ji ajansa Reutersê re gotine.

Şahidan gotin kuştin pêkhat piştî ku rûniştiyên bajêr hewl dan ku ala neteweyî ya Efanistanê li meydana navenda bajêr bilind bikin, bajarê ku nêzî 150 km (90 mîlan) dikeve rojhilatê paytext Kabulê.

Reuters dide zanîn ku ew nikarîn derhal bo axiftina ser bûyerê xwe bigehînin berdevkê Talîbanê.

Serepeyv