Leşkerên Amerîkî li balafirgeha Kabul gulle berdan
Tebax 17, 2021 00:18 Asia/Tehran
Hêzên terorîst ên Amerîkayê li Balafirgeha Kabulê (paytexta Efganistanê) gulle reşandin.
Li gorî AFP, şahidan îro (Duşem) ragihandin ku girseyek mezin a xelkê xwe gihandibûn pîsta balafirgeha Kabul û hêzên Amerîkî ber bi hewayê gulle reşandine.
Li gorî vê raporê, digel ku Talîban dibêje ku kesên ku ev 20 sal in li Efganistanê bi hikûmeta vî welatî û leşkerên Amerîkî re xebitîne têne efû kirin, hê jî hejmarek mezin direvin balafirgeha Kabulê û ji welêt direvin.
Rûpela Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê li ser medyaya civakî ragihand ku hemû firînên sivîl li Balafirgeha Kabulê bi tevahî hatine sekinandin.
Endamên Koma Talîbanê li deverên curbicur ên Kabulê hene û dewriyeyê dikin.