Tebax 10, 2021 23:00 Asia/Tehran
  • UNICEF: Di nava 3 rojan de 27 zarok li Efxanistanê hatin kuştin

Li 3 parêzgehên Efxanistanê yên rojhilat û başûr, di nava 72 saetan de, 27 zarok hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF), li Efxanistanê mafên zarokan ji aliyê koma Talîbanê û hikûmetê ve jî têne binpêkirin.

UNICEF di daxuyanî dibêje, di nava 72 saetên dawî de, li Qendehar, Xost û Pektiyayê bi kêmanî 27 zarok di nava şer û pevçûnan de hatine kuştin û 136 zarok jî birîndar bûne.

Birêveberê UNICEFê Efxanistanê Hervé Ludovic De Lys gotiye, ew li hemberî zêdebûna binpêkirina mafên zarokan matmayî mane. De Lys her wiha got hovîtî her roj zêdetir dibe û divê ew di bin her şert û mercî de karê wan ê serekî parastina zarokan bibe.

Heftiya derbasbûyî Rêxistina Save the Children jî diyar kiribû ku ji meha Hezîranê vir ve li Efxanistanê 80 hezar zarok neçar bûne ji malên xwe derkevin û birevin.

UNICEF di rapora xwe ya dawî de dibêje, di nava 2 mehên dawî de 130 hezar kes ji mal û gundê xwe reviyane ku ji sedî 60ê wan zarok in û di nava 12 mehan de jî 613 hezar kes reviya ne ku 362 hezar ji wan zarok in.

Serepeyv