Talîbanê dest bi ser 5 wîlayetên Efganîstanê de girt
Hêzên Koma Talîbanê heta duh dest danî ser navendên pênc wîlayetên Efganîstanê.
Çekdarên Talîbanê piştî ku duh dest danîbû ser parêzgeha Nîmroz li başûrê rojavayê Efganîstanê û Parêzgeha Cuzcanê li bakurê wî welatî, duh danê sibê karî Qundûzê kontrol bike û piştre jî, Serê Pul û Talîqan yên li başûrê Qundûz kontrol bikin.
Welatiyekî bajarê Talîqanê ji France Press re ragihand, şer û pevçûn îro danê sibê dest pê kir û çekdarên Talîbanê karîn bajêr bê şerekî mezin kontrol bikin, piştî ku berpirs û hêzên Efxan ji bajêr revaniya.
Berpirsekî ewlehiyê ji hêzên Efganîstanê da zanî, berpirs û fermandarên xwecihî reviyan cihekî nêzîk, piştî ku ti alîkarî ji aliyê hikûmetê ve negihîşt wan.
Ji aliyekî din ve, Berdevkê Talîbanê Zebîhella Muchid tekez kir, tevgera Talîbanê dest danî ser Talîqanê û niha aramî vegeriyaye Talîqan, Qundûz û Serê Pul.
Destdanîna ser Qundûzê, mezintirîn serkeftina leşkerî ya Talîbanê ji meha Gulana borî vet ê zanîn, piştî ku hêzên navdewletî dest bi vekişînê kirin.
Çavdêrên siyasî destnîşan dikin, tevî ku Amerîka piştevaniya asmanî dide hêzên Efxan, lê ev parêzgeh bi awayekî bilez ketin bin kontrola tevgera Talîbanê de.