Tebax 07, 2021 00:29 Asia/Tehran
  • Koma Talîbanê berpirsê ragihandinê yê hikûmeta Efganistanê kuşt

Çekdarên Talîbanê îro înê Dawa Xan Menapal, berpirsê herî payebilind yê medyaya dewleta Efxanistanê li Kabulê teror kir.

Menapal berpirsê Navenda Ragihandin û Agahdarîyê ya hikûmeta Efxanî bû.

Berdevikê wezareta karê navxweyî ya hikûmetê, Mîrweys Stanikzaî ragihand ku 'terorîstên hov' Menapal di dema nimêja înê de kuştiye.

Stanikzai got:"Menapal xortek bû ku mîna çîyayekî hemberî propagandaya dijmin disekinî û ew hertim piştgirê sereke yê hikûmeta Efxanistanê bû, "

Nûnerê peywendîyan yê Amerîka Ross Wilson di twîtekê de ragihand ku ew jiber mirina Menapal xemgîn e.

Herwiha Wilson got ku Menapal hevalê wî bû û wî jibo hemî Afganîyan agahdarîyan rast peyda dikir.

Wilson got: "Ev kuştin bêrêzîya mafên mirovan yên efxanîyan e û binpêkirina azadîya axaftinê ye," 

Talîbanê gelek aktîvîst, rojnamevan, burokrat, dadwer û kesitîyên din yên piştevanên hikûmeta kuştin ku dengên nerazîbûnê qut bike.

Karbidestên efxanî dîyar kirin ku çekdarên Talîbanê li heremeke din pevçûn bi hêzên efxanî re zêde kirine û êrîş biriye ser milîsên piştgirên hikûmetê.

Çavdêr bal dikşînin ku Talîban serwerîya xwe li bajarên sînor berfireh dike û kontrola du paytextên eyaletan bi dest xistine.

Herî kêm 10 leşkerên Afganî û fermandarekî milîsên Abdul Raşîd Dostum li eyaleta Cowzcan ya bakurê welêt hatine kuştin.

Li eyaleta Helmand ya başûr, di encama şerê jibo serwerîya paytexta Leşkargeh de gelek firoşgeh şewitîn û zarara diravî çêbûn ku ew jî krîza mirovî girantir dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dîyar kir ku ew ji ewlehîya bi deh hezaran mirovên ku li bajarê Leşkargehê asê mane pir bifîkar e.

Talîban, di 2001an de ji hêla hêzên bi pêşengî ya Amerîka ve ji desthilatdarîyê hatibû xistin. Lê niha Amerîka gelê Efxanistanê li hemberê vê komê tenê hêştiye . 

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û NATOyê ji Efxanistanê, Talîbanê êrîşên xwe zêdetir kirin û di destpêka meha Tîrmehê jî de Talîbanê ragihandibû ku %85ê xaka Efxanistanê ketiye bin kontrola wan.

Ligor rêkeftina Amerkîayê û Talîbanê hêzên Amerîkayê wê di destpêka meha Îlonê de ji Efxanistanê vekişiyana lêbelê, Amerîkayê bi lezî tevgeriya û gelek hêzên xwe ji Amerîkayê vekişandine.

Talîban tevgereke tûnderew a çekdarî ya Efxanistanê ye. Di sala 1996an de Efxanistan kontrol kir û di sala 2001ê de bi êrîşên Amerîka û welatên endamên NATOyê rejima Talîbanê hat rûxandin.

Serepeyv