Tebax 04, 2021 20:30 Asia/Tehran
  • Koma Talîban êrişa Kabulê girte sikura xwe

Koma Talîbanê êrişa ku duh li dijî wezîrê parastinê yê Efganistanê li Kabulê pêk hatibû, girt ser xwe û gefa “operasyonên tolhildanê” xwar.

Malpera El-Hura li gorî berdevkê koma Talîban Zebîhallah Mucahid wiha ragihand, “Komeke cîhadîstan tevî çekên sivik û giran li dijî cihê mayîna wezîrê parastinê, êrişeke xwekujî pêk anîn. Ev êriş detpêka operasyonên tolhildanê ye ku wê di dema pêş de li dijî rayedarên hikumetê werin lidarxistin.”

Duh li paytexta Efganistanê Kabul, du teqînên bi hêz rû dabûn, piştre rêzeteqînên din pêk hatibûn û gulle hatibûn reşandin. Di encamê de 8 kes hatibûn kuştin.

Amerîka bi desrxistina hêzên xwe ji Efganistanê û tenê hêştina gelê vî welatî li hemberê êrişên komên tundrew bi eşkera ling danî ser îdiayên xwe yên derbarê şerê li dijî tundrewî û terorîsmê.

Serepeyv