Li Kabulê teqîneke mezin çêbû: 6 kes birîndar in
Li nêzî herêma kesk a Kabulê ya paytexta Efganistanê teqîneke mezin qewimî, 6 kes birîndar bûne hîn jî du êrişkar li herêmê ne.
Li Kabulê ya ku paytexta Afganistanê piştî dengê çekan, dengê teqîneke mezin hat. Tê gotin ku teqîn li nêzî herêma kesk a di bin ewlekariyeke mezin de ye pêk hat.
Her wiha bazareke qerebalix jî li rex wê herêmê heye ya ku gelek nûnerên dîplomatîk tê de hene.
Berpirsekî ewlekariyê diyar kir ku ew texmîn dikin teqîn bi wesayîteke bombekirî pêk hatiye. Her wiha tê gotin ku di wê êrişê de parlementerek bûye hedef.
Çavkaniyên polîsan ragihandin ku 2 êrişkar hîn jî li herêmê ne.
Çavkaniyên ji nexweşxaneyê jî di daxuyaniya li ser hesabên medya dîjîtal de diyar kir ku heya niha 6 kes ji ber dermankirinê anîne nexweşxaneyê.
Heta niha tu kesan ev êriş negirtiye ser xwe