Danûstandinên hikumeta Efganistanê û Talîban bê encam bi dawî bû
Gera herî dawî ya danûstandinên di navbera hikumeta Efganistanê û Koma Talîban de li Duheya Qeterê bi dawî bû, bêyî ku pêşveçûnek berçav were bidestxistin.
Li gorî AFP`ê, gera herî dawî ya danûstandinên di navbera hikumeta efganistanê û Tevgera Talîban de li Duheyê bêyî pêşveçûnek berçav, bi dawî bû. Tevî ku serokê Koma Talîban ragihand ku ew piştgirî dide çareseriya siyasî ya aloziyê.
Danûstandinên di navbera nûnerên hikumeta Efganistanê û Koma Talîban de, roja Şemiyê li Qeter dest pê kir.
Piştî ku danûstandin bidawî bûn, Qeterê ragihand ku her du alî lihev kirine ku pêşî li kuştina sivîlan bigirin, bêyî ku behsa agirbestê bike.
Li Efganistanê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, şerekî giran rû dide. Koma Talîban gelek herêmên Efganistanê xistin bin kontrola xwe de, lê piştre artêşa Efganistanê karî hin bajar û deveran azad bikin.