Talibanê deriyekî sînorî yê li ser sînorê Pakistanê jî dagîr kir
Talîbanê ragihand ku wan deriyê sînorî yê Spîn Boldak ê ligel Pakistanê ku dikeve Wilayeta Qendehar a başûrê Efxanistanê kontrol kiriye.
Hikûmeta Pakistanê ji aliyê xwe ve ragihand ku çekdarên Talibanê ala fermî ya hikûmeta Efxanistanê li deriyê sînor anîne xwarê û ala xwe ya Spî li wê deriyê sînorî bilind kirine.
Bi kontrolkirina deriyên sînorî, Taliban hewl dide dahata wan deriyan ji ser hikûmeta Efxanistanê qut bike û ew bi xwe wan deriyan birêve bibe.
Ji aliyekî din ve Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê, Tariq Eryan got, ew derî hêj di destê hêzên hikûmetê de ye.
Taliban girîngiyê dide wî deriyê sînorî, ji ber Efxanistanê bi Herêma Belûçistanê ya Pakistanê ve girê dide ku serkirdayetiya Pakistanê ya Talibanê lê dimîne, herwiha Taliban birîndarên xwe li wir derman dike û ji aliyekî din ve ew rêya sereke ya sînor ber bi bajarê Karachi yê Pakistanê û bendera wê ve diçe, ku tê gotin rêya qaçaxiya eroîna Efxanistanê ye û dahatekek sereke ye bo Talibanê.
Tê gotin di bersiva raporên ku koma Talîban kontrola dergehê sînor ê Spîn Boldak li Efganîstanê bi dest xwe xist, Pakistanê sînorê xwe li devera Çaman ya wilayeta Belûçistanê girt.
Piştî Amerîka dest bi vekهşandina hêzên xwe ji Efxanistanê kir, Talibanê êrîşên xwe yên li dijî hikûmetê zêde kirin. Tevgera Talibanê îdia dike, heta niha nêzîkî 85 % ji xaka wî welatî ketiye bin destê wan, li gel hejmarek deriyên sînorî li gel Tirkmanistan, Îran, Tacîkistan û Pakistanê.