Balyozê Amerîkayê bo Tirkiyê hat destnîşankirin
Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo balyozê Amerîkayê li Tirkiyê Jeff Flake destnîşan kir. Ew ji sala 2013an heta 2019an, 'Flake Senator' bû û nûnertiya Wilayeta Arizona dikir.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Amerîkayê Joe Biden senator berê yê Komarî Jeff Flake, wek balyozê Amerîkayê bo Trikiyê destnîşan kir.
Di 2019an de Falke wek senator xanenişîn bû, piştî bi awîbûna dema wî di hikûmetê de ku gotibû ew li gel Partiya Komarî kar nake, di dema hebûna Trump de wek serokê Amerîkayê.
Piştre Flake pirtûkek bi navê "Wîjdanê Konservatîvekî" nivîsî û tê de Trump rexne dikir.
Flake yek ji wan senatorên Komarî bû ku piştgiriya xwe bo Biden di helbijartinên Serokkomaryê de anîbû ziman, li gel hejmarek din ji senatorên berê yên Komarî wek; Charlie Dent ji Pennsylvania, Jim Greenwood ji Pennsylvania û Jim Leach ji Iowa û Senator John Warner ji Virginia, ku di Gulanê de koça dawî kir.
Destnîşankirina Flake wek balyozê Amerîkayê li Trikiyê di demekê de ye ku peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê di rewşeke aloz re derbas dibin, ji ber piştgiriya Amerîkayê bo Hêzên Sûriya Demokratîk û kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Tikriyê ve.
Herwiha Nîsana borî, Serokê Amerîkayê komkujiya Ermeniyan bi destê Osmaniyan wek jenosaîd bi nav kir û vê yekê jî Trikiyê dilgiran kir. Flake dê cihê balyozê berê, David Satterfield bigre, ku bo dema du salan balyozê Amerîkayê bû li Trikiyê.