Tîrmeh 13, 2021 16:42 Asia/Tehran
  • Talîbanê hişyarî da Tirkiyê

Koma Talîbanê hişyarî daye Tirkiyê û daxwaz jê kiriye wek endamên din ên NATOyê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne. 

Di daxuyaniyekê de îro roja sêşemê 13.07. 2021ê Talîbanê daxwz ji Tirkiyê kiriye serweriya Efxanistanê binpê neke û hêzên xwe ji Efxanistanê vekişe. 

Beriya bi demekê Tirkiyê daxwaz ji NATO û Amerîkayê kiribû piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ew amade ne parastina asayîşa balafirgeha navdewletî ya Kabulê bigire stûyê xwe. 

Talîbanê ragihandiye ew biryar û daxwaza Tirkiyê ya parastina balafirgeha Kabulê biryareke jîrane nîne. Herwiha Talîbanê hişyarî daye berpirsên Tirkiyê heger ew hêzên xwe ji Tirkiyê dernexin wê rûberûyî wan bibin. 

Li gor rêkeftina Amerîkayê û Talîbanê wê Amerîkayê di destpêka meha 9an de ji Efganistanê vekişiya. Lêbêlê hêzên Amerîkayê zûtir ji Efxanistanê derdikevin û hêzeke pirr kêm a Amerîkayê li Efxanistanê maye. 

Hefteya borî çekdarên Talîbanê îdia kiribûn ji %85ê xaka Efxanistanê kontrol kirine.

Talîban herwiha diyar kiriye ku Tirkiye welatek îslamî ye û Afxanîstan pê re têkiliyên dîrokî hene û em hêvîdar in piştî damezrandina hukumeta nû pê re têkiliyên xurt û erênî hebin.

Serepeyv