Talîban kete nava bajarên mezin yên Efganistanê
Koma Talîbanê gelek bajarên mezin û wîlayeta Badgîsê bi temamî xistin bin kontrola xwe.
Waliyê Badgîsê Hesamûddîn Şems bi riya SMS'ê peyamek ji rojnamevanan re şand û got, "Dijmin kete nava bajêr, navçe hemû ketin, li nava bajêr şer dest pê kir."
Şefê meclîsa bajarê Badgîsê Abdul Azîz Beg ji AFP'ê re axivî û piştrast kir ku Talîban ketiye nava bajêr û şer dewam dike.
Abdul Azîz Beg got, "Şeva derbasbûyî berpirsyarên servîsên ewlekariyê yên wîlayetê teslîmî Talîbanê bûn û Talîban jî vê sibehê ketin nava bajêr."
Li nava bajêr şer dewam dike. Hate ragihandin ku zîndana li bajêr hatiye vekirin û derdora 200 girtî reviyane.
Endamê meclîsa wîlayetê Ziya Gul Habîbî diyar kir ku polîsan midûriyeta emniyetê û buroyên servîsa îstîxbaratê ya Efgan NDS bi dest xistine.
Habîbî got, "Rayedarên wîlayetê xwe li kampeke leşkerî ya li bajêr girtin."
Piştî ku Amerîkayê di meha Gulanê de bi rengekî fermî hêzên xwe vekişand, Talîbanê êrişên xwe zêde kir. Tê payin ku vekişîna hêzên Amerîkayê rojên bê temam bibe. Talîbanê jî di nava vê demê de serweriya xwe zêde kir. Rojên dawî gelek navçe ketin destê Talîbanê.