Girtina bajarên Efganistanê ji hêla Talîbanê ve berdewam e
10 bajarên din ên Efganistanê ketin destê koma Talîban, lê hikûmeta vî welatî soz dide ku wê wan azad bike.
Li gorî ajansa nûçeyan ya IRIB Newsê ji Kabul, çavkaniyên herêmî li bakurê rojhilata parêzgeha Bedexşanê îro Şemiyê ragihandin ku heft bajarên Tîşkan, Tagab, Diraym, Keşm, Werdec, Şehr Bozorg û Yeftel piştî vekişîna leşkerên Efganistanê, şeva borî hêzên Taliban ketin nav wan bajaran.
Li aliyek din, Talîban îdia kir ku bajarê Şah Welî Kût li wilayeta Qendeharê li başûrê Efganistanê jî ketiye destê wê.
Duh, bajarên Tagab li wilayeta Kapîsa û Zurmet li Pektiya ji kontrola hikûmeta Efganistanê hatin derxistin û Talîban ew dagir kirin.
Dagirbûna bajarên Efganistanê bi destê Taliban di demekê de ye ku karbidestên hukûmeta Efganistanê dibêjin ketina van bajaran destê Taliban pir dom nake.
Di van hefteyên borî de, hevdemê derketina hêzên amerîkî ji Efganistanê, Talîban li deverên cûrbicûr ên vî welatî êrişan dijwartir kirin û li şûna vegera ser masa danûstandinan û şer û êriş girtiye ber xwe û artêş û hêzên seferberiya gel jî neçar mane ji bo girtina pêşveçûna vê komê, berxwedanê tund û bi hêz bikin.
Ji aliyê din ve Wezareta Parastina Efganistanê îro (Şemî) ragihand ku 230 endamên Talîban bi şev li parêzgehên Logar, Paktîka, Qendehar, Herat, Badxeys, Ferah, Belx, Helmend û Kapîsa hatin kuştin û 116 endamên din ên Talîbanê jî birîndar bûn.
Di vê navberê de, efserekî polîsê Efgan bi navê Mucîb Enderabî şeva borî di pevçûna çekdarî de li devera Qele-e-Zeman Xan ya devera 16-emîn a ewlehiya Kabul hate kuştin. Her wiha li vê herêmê wesaîta polîs bo hedefa teqînekê, lê ti ziyanê canî çê nebû.
Dozgerê Giştî yê Efganistanê jî îro ragihand ku "Mehemed Fuad" dozgerê Dadgeha Temyîzê ya parêzgeha Logera Efganistanê jî di êrîşek çekdarên nenas de li "Pol Elem" navenda vê parêzgehê hate kuştin.
Van pevçûn û êrişên terorîstî encama 20 sal hebûna leşkerî ya Amerîka û hevalbendên wê li Efganistanê ne.