Li Kanadayê ji ber germatiya hewayê 700 kesan canê xwe jidest dane
Li nêzîkî sed deverên navçeyên rojavayê Kanada wek duyemîn welatê sar li cîhanê û wilayeta Kalîforniyayê ya Amerîkayê agir derketine. Ew jî di demekê de ye ku ev navçe rastî pêleke germ a dijwar hatine û di encamê de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane.
Roja Îna borî, li navça Brîtîş Kolombiya hejmara agiran gihişt 152an, 89 agir ji wan di herdû rojên borî de derketin. Piraniya wan agiran li Bakurê bajarê Kamloops derketine. Ji ber agir, nêzîkî hezar kesan ji wê wilayetê hatine derxistin.
Li bajarê Lytton nêzîkî ji sedî 90ê daristanan şewitîne, di encamê de bilindtirîn pileya germayê hat tomarkirin ku 49.6 pile ye.
Ji ber bilindbûna pileya germayê li Kanadayê heta niha zêdetirî 700 kesan û li Amerîkayê jî 16 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Ewlekariya Giştî yê Kanadayê Bill Blair jî di derbarê germahiyê dibêje Şert û mercên hişkay û germa zêde ya li Britîş Kolumbiya tiştekî nedîtiye. Ev şewatan didin xuyakirin ku em di qonaxên pêşîn ên soz dide ku bibe havînek dirêj û dijwar.”