Li Haîtî di êrîşeke çekdarî de 15 kes mirin
Li paytexta Haîtiyê Porto-Prens di êrîşeke çekdarî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berpirsê ewlehiya giştî yê Haîtiyê Leon Charles ragehand, li şeqameke giştî ya paytextê êrîşeke çekdarî pêkhatiye û di êrîşê de rojnamevanek û çalakvanek jî di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Charles ragehand, hîn nayê zanîn ka kesên ew bûyer pêkanîne hejmara wan çend kes in, lê gruba ku bi navê Fantom 509 tê zanîn, li heman herêmê berdevkê polîs dikuje û çend saetan piştî wê bûyerê jî ew bûyer pêkhat û ragehand dibe ku bûyer ji aliyê dost û alîgirên Fantom 509ê ve pêkhatibe.
Balyozxana Amerîkayê ya li Haîtiyê jî bûyer şermezar kir û ji ber bûyerê nîgeraniya xwe anî ziman.
Li Haîtiyê di demên dawiyê bûyerê tundiyê û xwepêşandanan ji aliyê gruba Fantom 509 ve tên li darxistin û ew grub ji polîs û karmendên berê pêktê.