Tîrmeh 01, 2021 17:43 Asia/Tehran
  • Donald Rumsfeld endazyarê şerê Efxanistan û Iraqê koça dawî kir

Donald Rumsfeld, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê di dema serokomariya Georg W. Bush de ku weke endazyarê her du şerên Efxanistan û Iraqê dihat naskirin, di 88 saliyê de koça dawî kir.

Malbata Rumsfeld roja Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand, Donald Rumsfeld li bajarê Taos li wîleyata New Mexico di nava malbat û kesûkarên xwe de koça dawî kiriye.

Donald Rumsfeld di serdema du serokên Amerîkayê de wezîrê berevaniyê bûye, cara yekê di serdema îdareya Geral Ford 34mîn serokê Amerîkayê de ku di navbera salên 1974-1977an de bûye û cara duyem jî di serdema Georg W. Bush ê kur de ku di navbera salên 2001-2006 de ji aliyê Bush ve weke wezîrê berevaniyê hat destnîşankirin.

Rumsfeld soz dabû ku rotîna di nava artêşa Amerîkayê de nehêle û wiha lê bike, ku artêş bileztir û asantir karên xwe bike.

Heşt mehan piştî destbikarbûna Rumsfeld wek wezîrê berevaniyê, bûyerên terorîstî yên 11ê Îlona 2001 çê bûn û êrişî ser cot bircên bazirganiya cîhanî li New Yorkê hat kirin ku bû sedema guhertineke mezin li cîhanê.

Rumsfeld serpireştiya karvedana Amerîkayê li hember bûyerên 11ê Îlonê û bi heceta jinavbirina Elqaîde û Talibanê êrişî ser Efxanistanê kir û ev welat dagir kir, artêşa Amerîkayê Taliban ji desthilata Efxanistanê dûrxist û hikûmeteke nû ava kir, lê ev koma bitûm ji navnebir ku naha bûye belayê canê hikûmet û gelê Efxanistanê û piştî vê êrişê ne tenê terorîsm û çanadina madên hişber ji nav neçû belî zêde jî bû.

Sala 2002, Rumsfeld û Dick Cheny cîgirê serokê wê demê yê Amerîkayê, bi heceta hebûna çekên tevkujiyê bala Pentagonê dane ser Iraqê û rejîma Sedam Hisên û eva bû sedem ku sala 2003 Amerîkayê û Brîtanyayê êrişî Iraqê bikin û vî welatî dagir bikin  ku hîn ev welata ji ber vê dagirkeriyê di nav alozî û şerê terorîstan li dijî gelê Iraqê ye.

Serepeyv