Hezîran 29, 2021 10:13 Asia/Tehran
  • Blinken: Divê endamên Koalîsyonê welatiyên xwe yên DAIŞ'î vegerînin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Romayê di civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de ji hevalbendên xwe xwest ku welatiyên xwe yên DAIŞ'î yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerînin.

Antony Blinken li Romayê di civînê de got: "Ev rewş ne ya domdar e. Heta bi hetayê bi vî rengî dewam nake. Amerîkayê bang li hevalbendên xwe yên endamên koalîsyonê û hemû welatan dike ku welatiyên xwe vegerînin û ger pêwîstî pê hebe lêpirsîn bikin.”

Herî zêde Fransa û Brîtanya ku hevalbendên herî nêz ên Amerîkayê ne, li ber vê banga Amerîkayê radibin.

Blinken pesnê Îtalyayê da ku DAIŞ'î wergirtin û hewldanên welatên Asyaya Navîn mîna Qirqizistanê jî bi erênî wesifandin. Li gorî Blinken Qirqizistanê 600 DAIŞ'î û malbatên wan tev li bernamên rehabîlîtasyonê(hêzmendkirinê) kirine.

Li gorî raporeke Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan, li 2 kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 hezar jin û zarokên DAIŞ'î hene.

Serepeyv