Xelkê parêzgeha Semengana Efganistanê ji bo sekinîna li dijî Taliban xwe bi çek û sîlah dikin
Xelkê parêzgeha Semengana Efganistanê ji bo sekinîna li dijî Taliban û rizgarkirina bajar û gundên xwe ji vê komê xwe bi çek û sîlah dikin.
Di vê navberê de, berdevkê polîsê Samangan Ebdul Munîr Rehîmî got ku xelkê çekdar roja Şemiyê li Darre-Suf bi Taliban re ketin pevçûnê û 30 endamên vê komê kuştin û 10 kesên din jî birîndar kirin.
Du hefteyên berî niha, bajarên li nevalên jêrîn û jorîn ên Derre-Sufê ketin destê Talîban û hîn jî di destê vê komê de ne.
Heya niha, bi deh hezaran Afganî li bajarên cûrbecûr li dijî êrişên Talîbanê hatine çekdar kirin û dixwazin qadên ku ji hêla Talîban ve têne kontrol kirin azad bikin.
Li gorî ajansa nûçeyan AVAyê, Wezareta Parastina Neteweyî ya Efganîstanê ragihand ku di operasyona ku duh li bajarê Greshk a parêzgeha Helmand pêk hat 23 endamên Talîban hatin kuştin û 12 endam jî birîndar bûn.
Vê wezaretê herwiha ragihand ku şeva borî hêzên parastin û ewlehiya Efganistanê cihên Talîban li bajarokê Şînwarî ya geliyê Ghorbend li parêzgeha Parwan kirin armanc û 14 endamên Talîban kuştin û 6 endamên din birîndar kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Efganîstanê de hatiye diyarkirin ku di van êrîş û operasiyonan de gelek çek û cebilxaneyên Talîbanê jî îmha bûne.
Di vê navberê de, di van rojên dawî de, pevçûnên dijwar di navbera hêzên hikûmetê û Talîban de li hin parêzgehên bakur û bakurê rojhilata Efganistanê qewimîn û di encamê de hin bajar ketin destê Taliban.