Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 13 kes birîndar bûn
Hezîran 12, 2021 21:45 Asia/Tehran
Li bajarê Austin a ser bi eyaleta Teksas a Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 13 kes birîndar bûn.
Bûyera ku di şeqama şeşem a cîhê ahengan a bajarê Austin pêkhat de ti kesekî jiyana xwe ji dest neda lê 13 kes birîndar bûn.
Berpirsê Polîsê Austin Şef Joseph Chacon ragehand, rewşa 2 birîndaran metirsîdar e û kesê êrîşkar jî hîn nehatiye girtin.
Chacon ragehand, bûyer ji ber çi pêkhatiye nediyar e, lê divê em pir şiyarbin û ji ber wê jî me FBI agahdar kiriye ji ber dibe bûyer terorîstî be û wek erkekî hevbeş ê terorî ew jî hatin agahdar kirin.